YPG: Di van rojan de danûstandinên me ligel Şamê destpê dikin

YPGê radighîne di çend rojên bê de danûstandinan ligel rejîma Sûriyê destpê dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

YPGê radighîne di çend rojên bê de danûstandinan ligel rejîma Sûriyê destpê dikin.

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel YPGê Sîpan Hemo ji ajansa Reuters re ragehandiye,  nameyên giring ji Şamê gihiştiye wan û di çend rojên bê de danûstandinan ligel rejîma Sûriyê destpê dikin. Hemo red dike, ku danûstandinên wan yên rasterast ligel hikûmeta Sûriyê hebin û dibêje Şam ji pêşniyarên wan têgihiştiye.

Derbarê Hêzên Amerîka, Sîpan Hemo got,  vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê di demeke nêzîk de cîbicî nabe, ji ber ku şerê DAIŞê hîn jî berdewam e.

 

 

C.B