Rewşa tendirustiya Mîr Tehsîn Beg gelek xerab e

Kurê Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan Hazim Mîr Tehsîn Beg ji Kurdistan24 re ragihand, rewşa tendirustiya Mîr Tehsîn Beg gelekî xerab e...

K24 – Navenda Nûçeyan

Kurê Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan Hazim Mîr Tehsîn Beg ji Kurdistan24 re ragihand, rewşa tendirustiya Mîr Tehsîn Beg gelekî xerab e û bizîşkan ji wan re gotiye, tu hêviya jiyanê ji bo Mîr nema ye.

Kurê Mîr Tehsîn Beg herweha ragihand, her dem a ku Mîr canê xwe ji dest bide, wan amadekariyên şîniyê kirin e. Dê merasîmên şîniya Mîr li Almanya û herêma Kurdistanê werin lidarxistin, û hikûmeta herêma Kurdistanê firokeyek taybet ji bo veguhestina cenazeyê Mîr amade kiriye.

 

C.B