Serok Barzanî: Kurdistanê welatê hemûyan e û nabe kesek hana Kiristiyanan bide welatê xwe bihêlin
Serok Mesud Barzanî ronahiyê dixe ser êş û azarên ku di dema bûrî de bi ser Kiristiyanan û xelkê Kurdistanê de hatine û tekez dike, nabe kesek jî hana Krîstiyanan bide ku welatê xwe bi cîh bihêlin û niha li qonaxa dawiya nemana terorê ye, pêwîst e kultûra pêkvejiyan û birayetiyê kûrtir bibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesud Barzanî ronahiyê dixe ser êş û azarên ku di dema bûrî de bi ser Kiristiyanan û xelkê Kurdistanê de hatine û tekez dike, nabe kesek jî hana Krîstiyanan bide ku welatê xwe bi cîh bihêlin û niha li qonaxa dawiya nemana terorê ye, pêwîst e kultûra pêkvejiyan û birayetiyê kûrtir bibe.
Îro 26.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Serokayetiya Tayîfeya Siryanî Ortodoks li Kurdistan û parêzgeha Nînowa û Iraqê, bi Serokayetiya Patriyakê Pîroz Mar Egnatyos Eframî yê dûyem, Patriyakê Entakya û tevahiya Rojhilat û Serokê Dêra Siryanî Ortodoks li Cîhanê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek Metranên Dêra Ortodoks pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li parastina pêkhatan û Krîstiyanên Kurdistanê li rojên dijwar de kirin û pêzanînên xwe ji bo hewandin û yarmetîdana wan ya li Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha ji bilî balkişandina peywendiyên dîrokiyên Krîstiyanên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê, tekez li ser pêkvejiyan û çarenûs û paşaroja hevbeşa gelê Kurdistanê û pêkhatên wê kirin.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ronahî xiste li ser wan êş û azarên ku di dema derbasbûyî de li ser Krîstiyanan û xelkê Kurdistanê da hatiye û wê yekê dûpat kir ku Kurdistan welatê hemûyan e û nabe kesek jî hana Krîstiyanan bide ku welatê xwe bi cîh bihêlin û niha li qonaxa dawiya nemana terorê ye, pêwîste kultûra pêkvejiyan û birayetiyê kûrtir bibe.
Metirsiyên terorê û hizra tundiyê û her wiha rewşa siyasî û ewlehiyê ya li Sûriyê mijareke din ê vê civînê bû.
S. B