Bogdanov: Komîta destûrê amade ye, lê daxwazeke NY heye!

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Michael Bogdanov ragihand, komîta nivîsandina destûrî ya Sûriyê amade bûye, lê Netewên Yekgirtî xwest guhartinan di nava lîsteyeya navan de çê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Michael Bogdanov ragihand, komîta nivîsandina destûrî ya Sûriyê amade bûye, lê Netewên Yekgirtî xwest guhartinan di nava lîsteyeya navan de çê bike.

Michael Bogdanov di konferanseke rojnamevanî de got, komîta destûrî ya Sûriyê amade bûye, lê Netewên Yekgirtî xwast hin navan ji lîsta civaka sivîl biguhêre.

Da zanîn, pêkanîna komîta destûrê ne zehmet e, lê ji bo wan daxwaza Netewên Yekgirtî xerîb e, ji ber ku Mosko bi hikûmeta Sûriyê û opozîsyonê wê re lihev kiriye.

Ji destpêka sala 2018an ve di kongreya Sochi ya Rûsyayê de biryar li ser pêkanîna komîta nivîsandina destûrê Sûriyê hatibû dan, lê ta niha ew komîte nehatiye pêkanîn.

Endamên Komîta destûrî ya ji Sûriyê ji aliyan pêk tê, 50 nûnerên hikûmetê, 50 nûnerên opozîsyonê û 50 nûnerên civaka sivîl pêk tê.

  

S. B