Omer Dilsoz bi 17 romanên xwe li Duyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Zaxoyê ye

Zaxo (K24) – Nivîskar û romannivîsê Kurd ê ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê Omer Dilsoz, bi 17 romanên xwe yên di warên cuda de beşdarî Duyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Zaxoyê bûye. Dilsoz di hevpeyvîneke taybet a ligel Kurdistan24ê de behsa serpêhatiya xwe ya nivîskariyê kir.

Omer Dilsoz ku bi berhemên xwe yên wêjeyî di nav pêşangehê de cihê xwe girtiye, wekî yek ji wan nivîskarên kêmpeyda tê dîtin ku di wêjeya Kurdî de bi tena serê xwe 17 roman di mijar û warên cuda de nivîsandine. Dilsoz di hevpeyvîna xwe ya li nav pêşangehê de amaje bi naveroka berhemên xwe kir û got: “Helbet her romanekê çîrokeke xwe ya taybet û xomalî heye.”

Nivîskarê Kurd derbarê destpêka xebata xwe ya wêjeyî de da zanîn ku di temenê ciwaniyê de dest bi nivîsandinê kiriye û li ser pirsa ka çend salên temenê xwe dane van 17 romanan, piştrast kir ku nîvê temenê wî di van berheman de derbas bûye.

Dilsoz wiha axivî: “Min zû dest bi nivîsandinê kir; ez dikarim wisa bêjim ku hema bêje di bîst saliya xwe de min dest pê kir û wekî bernameyekê her du salan carekê min berhemek danî pêşiya xwe. Hema bêje min hemû temenê xwe da ser nivîsandina Kurdî, çimkî min gelek hez ji nivîsandinê kir û min gelek dixwend.”

Li ser pêşwaziya xwendevanên Başûrê Kurdistanê ku zêdetir tîpên Erebî bi kar tînin, di demekê de ku romanên wî bi alfabeya Latînî hatine çapkirin, Dilsoz diyar kir ku ew vê yekê wekî “pirsgirêk” nabîne, lê belê ji bo gihîştina bi xwendevanan re zehmetiyeke biçûk çêdike.

Omer Dilsoz li ser pirsa ka gelo berhemên wî bo zimanên din hatine wergerandin an na, eşkere kir ku heta niha romanên wî bo tu zimanekî din nehatine wergerandin. Bi vê hejmara bilind a berheman, pirtûkên Omer Dilsoz di Duyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Zaxoyê de wekî yek ji zêdetirîn romanên ku ji aliyê nivîskarekî Kurd ve hatine nîşandan, derketine pêş.