Li Minbic teqînekê rû da

Di encama teqînekê de li Minbicê kesek brîndar bû

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama teqînekê de li Minbicê kesek brîndar bû.

Nûçegîhanê Kurdistan24 ragihand, bombeyek ku di otombêlekê de hatibû çandin, li nêzîkî Goristana Şuheda ya başûrê bajarê Minbic teqiya. Di encam de ajokarê otombêlekê bi giranî brîndar bû û ji bo nexweşxaneyek bajêr hat veguhestin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan jî belav kiriye, wê teqînê otombêleke Civata Sivîl a bajarê Minbic kiriye armanc, ajokarê otombêlê brîndar bû ye û ziyaneke madî gehiştiye otombêla wê Civatê.

Piştî teqîna roja 16ê meha borî, ku di encam da 19 kesan canê xwe ji dest dabûn, ku çar ji wan Amerîkî bûn, ev yekem teqîn dibe, ku li Minbic rû dide.

 

 

C.B