Îran hişyariya tund dide Amerîka
Supasalarê Hêzên Çekdar ên Îranê hişyariyê dide Amerîka, heger Amerîka êrîşî wî welatî bike, dê bersiveke tund werbigire.
K24 – Navenda Nûçeyan
Supasalarê Hêzên Çekdar ên Îranê hişyariyê dide Amerîka, heger Amerîka êrîşî wî welatî bike, dê bersiveke tund werbigire.
Supasalarê Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî gotarek pêşkêş kir û got: “Îran 40 sal in bûye hêzeke mezin a navçê û cîhanê û heger dijmin bixwaze êrîşî welatê wan bike, ew bersiveke tund didin.”
Baqirî ragihand, “Îran li Iraq û Sûriyê biser teroristên ser bi Siûdiye, Amerîka û Îsraîlê ket. Niha Iraq daxwaza derkirina hêzên Amerîkî dike û li Sûriyê jî welat li rêz rawestiyane da ku balyozxaneyên xwe vekin.”
Ev daxuyaniya Baqirî piştî wê yekê tê, Amerîka di meha Gulana sala bûrî de ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re vekişiya û sizayên nû li ser Îranê sepandine.
S. B