Teqînek li Minbic rû da – qurbanî nîn in

Teqînek li bajarê Minbic çêbû. Tenê ziyanên maddî hene

K24-Navenda Nûçeyan

Teqînek li bajarê Minbic çêbû. Tenê ziyanên maddî hene.

Nûçegîhanê Kurdistan24 li Kobanê ragihand, îşev bombek çandî li nêzîkî benzînxaneya elFurat a nava bajarê Minbic çêbû, di encam de tu kes nebûye qurbanî û tenê hin ziyanên maddî hene.

Nûçegîhanê Kurdistan24 diyar jî kir, niha rewşa bajarê Minbic aram e û Hêzên Civata Leşkerî yên Minbic û Hêzên Asayişê li nav bajêr in, û li cihê teqînê pişkinîn kirin.

Beriya sê rojan jî, bombek li wî bajarî teqiyabû, di encam de kesek brîndar bû bû.

 

 

C.B