K24 li Dêrazorê pêdaçûnê bi çêroka 2 jinên DAIŞê yên Alman de dike
Ji du mehên bûrî ve zêdetir ji sê hezar çekdarên DAIŞê ligel malbatên xwe ji dawî baregeha xwe li derdora Dêrazorê direvin û xwe digihînin navçeyên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).
K24 – Dêrazor
Ji du mehên bûrî ve zêdetir ji sê hezar çekdarên DAIŞê ligel malbatên xwe ji dawî baregeha xwe li derdora Dêrazorê direvin û xwe digihînin navçeyên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).
Tîma K24ê derbasî rojhilatê Dêrazorê bû û pêdaçûn bo çêrokên du jinên DAIŞê yên bi regeza Almanî de kirm ku hevjînên wan serkirdeyên DAIŞê bûn û xwe radestî HSDê kirine.
Yek ji jinên DAIŞê yên Alman bi navê Liyonora re bi hevjînê xwe Martin Lîmkî re hat Tirkiyê, piştre derbasî Sûriyê bû. Hevjînê wê jî yek ji mezintirîn serkirdeyên DAIŞê ye.
Liyonora ji K24ê re got: “Ez hatim nav rêxistina DAIŞê. Ez ji malbateke Kiristiyanî bûm û base bûm Misliman. Min xwast wek Mislmanekê bijîm. Min nimêj dikir û ser û rûyê xwe dipeçinî, lê li cihê ku lê dijayam ji min re zehmet bû. Piştî gihîştim Sûriyê zewicîm û du zarokên min çê bûn. Piştre min dît jiyana li vir tev şer û kuştin e, wê demê min zanî ku keseke terorist im.”
Sabîne ew jî jina serkirdeyê DAIŞê Lîmkî ye û dibêje, piştî têkçûna wan li Reqayê, rewşa gelekî xirap bû, nexweşxane neman û xwarin û vexwarin kêm bû.
Sabîne ji K24ê re got: “Di her du salên destpêkê, jiyana me baş bû. Piştre rewşa xirap bû û pereyên me jî kêm bûn. Piştî têkdana Reqayê tiştek nema û hevjînê min jî nexweş bû. Min dixwast zarokên min di dibistanên ku kur û keç ji hevdu cuda de bixwînin.
Niha DAIŞ li rojhilat û başûrê Dêrazorê di dawî pêgeha xwe de maye û HSD ew xistiye dorpêçê de û beşeke mezin ji çekdarên DAIŞê û malbatên xwe ve xwe radestî HSDê dikin.