Pentagon ziyanên DAIŞê li Sûriyê aşkere dike
Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) aşkere dike, zêdetir ji 800 çekdarên DAIŞê ji 40 welatên cuda li cem Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dîl in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) aşkere dike, zêdetir ji 800 çekdarên DAIŞê ji 40 welatên cuda li cem Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dîl in.
Li gor raporteke “CNN” a Amerîkî, berpirsên Amerîkî derbarê çarenivîsa wan girtiyên DAIŞê de nîgeran in, bi taybet heger Tirkiye êrîşî ser wê navçê bike.
Di heyama 13 ta 26 Çileya bûrî de Hevpeymaniya Navdewletî ya bi Serokatiya Amerka 645 êrîşên esmanî bo hevkariya HSDê encam dan û bi dehan otombîlên bombekirî, avahî, komgehên çek û sîstema firokeyên bêfirokvan yên DAIŞê jinav birine.
Wezîrê Bervaniyê yê Amerîka bi wekalet Patrick Shanahan ragihand, ji sedî 99.55 navçeyên di destê DAIŞê hatine rizgarkirin û di du hefteyên bê de dibe ji sedî 100.
Tê xwastin her welatek welatiyên xwe yên bûne endamên DAIŞê û li Sûriyê hatine girtin vegerîne welatê xwe û li wir werin sizadan û zîndanîkirin.
S. B