2 jinên Kurd ên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne çêroka xwe ji K24ê re vedibêjin

Li rojhilatê Dêrazorê, dê jin û keçeke Kurd a Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Ew her du jin diyar dikin ku wan gelek zordarî li ser destên DAIŞê de dîtine û hêvî dikin ku malbatên xwe bibînin û tevahiya dîlgirtiyên Kurd ên Êzidî bên azadkirin.

K24 – Dêrazorê

Demek e hejmarek mezin ji malbat û çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê li dawî berîka DAIŞê xwe radestî hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin.

Peyamnêrê me da zanîn jî, ku di nava kesên xwe radestî şervanên HSDê dikin, du jin û keçeke Kurdên Êzidî yên ji devera Til Qeseb a Şingalê hene.

Ew her du jin êş û azara li destê DAIŞê dîtine ji K24ê re dibêjin û diyar dikin, di heyama nêzîkî 5 salan wan gelek gelek zehmetî û zordarî dîtin û çend caran hewla jî hewla revê ji DAIŞê dane, lê hewlên wan serkeftî nebû û di encamê de dihatin zîndanîkirin û sizadan.

Di encama êrîşa çekdarên DAIŞê ser Şingalê di sala 2014an de bi hezaran jin û keçên Êzidiyan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin, tevî rizgarbûna hejmarek mezin ji wan, hîna beşek di destê DAIŞê mane.