Hevpeyman hêzeke artêşa Sûriyê bombebaran dike

Hevpeymaniya Navdewletî hêzeke ser bi artêşa Sûriyê li rojavayê Bokemalê bombebaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî hêzeke ser bi artêşa Sûriyê li rojavayê Bokemalê bombebaran kir.

Ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka hêzeke artêşa Sûriyê li navçeya El-Sukeriyê li rojavayê Bokemalê bombebaran kir û di encamê de 2 leşker birîndar bûn topxaneyek hat jinavbirin.

Pêştir jî Hevpeymaniya Navdewletî çend caran hêzên ser bi artêşa Sûriyê ku dixwazin xwe bigihînin sînorê Iraqê li beyabana Sûriyê armanc kiriye.

 

S. B