Cilûbergên Kurdî bi dîzaynên modern hatin numayişkirin
Li Silêmaniyê pêşbirka dizaynkirina cilûbergên Kurdî birêve çû û tê de sê dizayner bi ser ketin û hatin xelatkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Silêmaniyê pêşbirka dizaynkirina cilûbergên Kurdî birêve çû û tê de sê dizayner bi ser ketin û hatin xelatkirin.
Bi beşdariya hejmarek ji berpirsan rewşenbîr û bi sponseriya medyayî ya K24ê, li Silêmaniyê pêşbirka dizaynkirina cilûbergên Kurdî birêve çû.
Di pêşbirkê de hejmarek cilûbergên Kurdî bi awayekî modern hatin numaşkirin.
Li dawiyê, Kanî Yasîn xelata yekem a dîzaynkirina baştirîn cilûberg bidest xist, herwiha Îmadedîn Ehmed û Aware Cemal li dû hev xelata duyem û sêyem wergirtin.
Kanî Yasîn ji K24ê re got: “Ez gelekî dilxweş im ku keda min vala neçû û encameke baş bidest xist.”
Ta niha cilûbergên Kurdî li Herêma Kurdistanê bi piranî tê lixwekirin û reng û dîzayna her deverekê ji devera din tên guhartin.



.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)