Wezîrê Derve yê Îranê dest ji kar vekişand

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf dest ji postê xwe vekişand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf dest ji postê xwe vekişand.

Mihemed Cewad Zerîf şeva bûrî di peyamekê de ku li tora civakî “Instagram” belav kir, destvekişandina ji posta Wezîrê Derve yê Îranê ragihand.

Ev peyama Zerîf bi boneya “Roja Dayikê” li Îranê belav kir, tê de ji bilî pîrozbahiya wê rojê li xelkê Îranê, daxwaza lêborînê dike û nivîsî: “Nikarim bi erk û karê xwe berdewam bim, ji ber tevahiya kêmaniyên di karê min bûne lêborînê dixwazim.”

Ta nuha di wê derbarê de ti daxuyaniyeke fermî ji hikûmeta Îranê nehatiye belavkirin, lê hevdem Cîgirê Peyvdarê Wezareta Îranê Ebas Mosewî piştrast kir, Mihemed Cewad Zerîf dest ji kar berda.

Mihemed Cewad Zerîf di sala 2013an de wek Wezîrê Derve yê Îranê di kabîneya hikûmeta Hesen Rohanî de dest bi kar kir û serokê şanda Îranê bo danûstandinên atomî ya Îranê bû.

 

S. B