"Bila reng veguherin zimanan, ziman jî veguherin jiyanê"
Ji bo balkişanina li ser pişaftin û qedexeyên li dijî zimanê Kurdî û bi dehan zimanên din ên li Tirkiyê, ji aliyê HDKê ve çalakiya "Lihevrûniştina Zimanê Zikmakî" ya bi navê "Bila reng veguherin zimanan, ziman jî veguherin Jiyanê" li Stenbolê hate lidarxistin.
K24 – Stenbol
Ji bo balkişanina li ser pişaftin û qedexeyên li dijî zimanê Kurdî û bi dehan zimanên din ên li Tirkiyê, ji aliyê HDKê ve çalakiya "Lihevrûniştina Zimanê Zikmakî" ya bi navê "Bila reng veguherin zimanan, ziman jî veguherin Jiyanê" li Stenbolê hate lidarxistin.
Komîsyona Bawerî û Mafan ya HDKê bi sernavê "Bila reng veguherin zimanan, ziman jî veguhêrin jiyanê" duyemîn "Lihevrûniştina Zimanê Zikmakî" li Navenda Nanda Nazim Hikmet ya Şîşliyê pêk anî. Hevberdevkên HDKê Gulîstan Kiliç Koçyîgît-Sedat Şenoglu û parlamentera HDPê Huda Kaya, digel gelek nûneran ên zimanê Kurdî, Sûryankî, Gurcî, Ermenkî û gelek zimanên din beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya zimanê zikmakî de axivgeran diyar kir, piştaftin pêşî li ser ziman dest pê dike û desthilat ji bo pişaftina ziman xebata xwe ji navendê ber bi gundewaran ve didin destpêkirin. Ji bo parastina zimanên zikmakî divê hemû neteweyên li Tirkiyê dijin mil bidin hev û li dijî pişaftinê dengê xwe bilind bikin.
Zimanzan Zana Ferqînî li ser parastina zimanan ji K24ê wiha axivî: “Ji xwe tu li kû derê dinyê dewletekê binêrî ti dewlet di rastiya xwe de ne xwedî tek zimanî, yek çandî yan jî yek etnîkî ne.Tev di rastiya xwe pluralîst in ne di piratîkê de siyasetên monîst yên tekitîyê diparêzin. Û miletên din, zimanên din çandên din gelê din di nava xwe de dihelînin. Di sedsala 20-21an de eger ziman nebe zimanê perwerdeyê zarok bi van zimanan mezin nebin hebûna van zimanên ku ne xwedî statûyeke fermî ne bi wan ders nayê dayîn perwerde nayê kirin, ber bi tunebûnê ve diçin.”
Mebest ji vê çalakiyê ew e ku balkêşiyek li ser pirziman û pirçanditiyê bê kirin. Li gorî rêveberên HDKê li Tirkiyê ji partiyên din kes behsa pirçandîtî, pirzimanî û pluralîzmê nakin. Di van salên dawî de jî Tirkiye û partiyên desthilatê ber bi nîjadperestiyê ve zêde diçin. HDK jî bi van lihevrûniştinan dixwaze balê bikişîne pirrengînbûna civakê.
Yerçanîk Tonîkoglu ku jineke Ermenî ye ji K24ê re got: "Hemû ziman divê di nava hevde bijîn. Wek Keskesorekê û wisa jî bimîne. Ev xakeke pîroz e, divê birayetî hebe û aştî pêk were û ziman di nava hevde bi hevre hevaheng bin."
Endamê HDKê yê Komîsyona Maf û Baweriyan Edîp Arslan dibêje: "Sed sal berê li vî welatî ziman û dibistan hebûn. Lê îro herkes bûye qurbana siyaseta yek zimanî. Bi vê çalakiyê em dixwazin bidin nîşan ku zimanê Sûryanîkî heye û hê jî zimanê herî kevnar yê vê xakê ye."
Di panelê de zimanzanan ragihandin kategoriyên wek "Zimanê Fermî, Zimanên Kêmneteweyan û Zimanên Taxî" projeya desthilatan ya bê îtibarkirina zimanan e, divê hêzên demokrasiyê rê nedin vê kategorîzekirinê. Herwiha zimanzanan li ser zimanê Kurdî jî diyar kirin, çiqasî asta perwerdehiyê bilind dibe li gorî wê jî asta pişaftinê ya li ser zimanê Kurdî zêde dibe. Loma jî zimanê Kurdî ji aliyê nexwendeyan ve baştir tê bikaranîn û baştir tê parastin.
Di dawiya panelê de bi zaravayên Kurdî, Kurmancî, Kirmanckî, Soranî û bi zimanên din ên wek Abxazî, Çerkezî, Arebî, Gurcî, İranî, Rum û Suryankî çîrok û helbest hatin xwnedin.