Kusret Resûl: Hêviya me bi rêkeftinê heye
Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kusret Resûl radigihîne, rêkeftina di navbera PDK û YNKê de ji bo berjewendiya xelkê ye û hêviya me bi wê rêkeftinê heye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kusret Resûl radigihîne, rêkeftina di navbera PDK û YNKê de ji bo berjewendiya xelkê ye û hêviya me bi wê rêkeftinê heye.
Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl li perawîza birêveçûna şeşemîn Dîdara Silêmaniyê ji rojnamevanan re ragihand, YNK pabendî tevahiya xalên rêkeftinê dibe.
Kusret Resûl amaje bi wê jî da, piştî pêkanîna komîteyan, dest bi cibicîkirina xalên rêkeftinê dikin.
Roja 4ê Adarê PDK û YNKê li Hewlêrê rêkeftineke siyasî di navbera xwe de îmze kirin. Li gor rêkeftinê jî, pirsên di navbera wan de tên çareserkirin.
S. B