“Serok Barzanî û Kusret Resûl Parêzgarê Kerkûkê destnîşan dikin”
Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, “Cenabê Kak Mesûd Barzanî û Kak Kusret Resûl li ser diyarkirina kandîdekî ji parêzgariya Kerkûkê re lihev kirine û piştre jî parêzger dê bê danîn.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Omer ragihand, “Cenabê Kak Mesûd Barzanî û Kak Kusret Resûl li ser diyarkirina kandîdekî ji parêzgariya Kerkûkê re lihev kirine û piştre jî parêzger dê bê danîn.”
Letîf Şêx Omer li Silêmaniyê ji rojnamevanan re got jî: “YNKê ta niha ji bo wergirtina çi postekê di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekalî nekiriye, piştî post yekalî bibin, ew kandîdan jê re diyar dikin.”
Serok Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl roja 3ê Adarê civiyabûn û di civînê de di wê civînê de tekezî li ser karê cidî û berdewamiya rêkeftinê kirin, bo damezrandin û bihêzkirina sazî û dezgehên Kurdistanê kirin.
Piştî rojekê ji wê civînê jî, roja 4ê Adarê PDK û YNKê rêkeftineke siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera xwe de îmze kiribûn.
S. B