Helbusî seredana Amerika dike
Bo redkirina sizayên Amerîkayê li ser Îranê, Serokê Parlamentoya Iraqê seredana Amerîkayê dike

K24 – Navenda Nûçeyan
Bo redkirina sizayên Amerîkayê li ser Îranê, Serokê Parlamentoya Iraqê seredana Amerîkayê dike.
Çavkaniyek agahdar ji Serokatiya Civata Nûnerên Iraqê eşkere kiriye, biryar e di vê mehê de, Serokê Parlamentoya Iraqê Mhemed Helbusî seredana Amerîkayê bike.
Heman çavkaniyê ragihandiye, Helbusî dê Serokatiya şandek bilind bike, û digel berpirsên Amerîkayê çendîn mijarên giring gotûbêj bikin.
Ji wan jî, redkirina sizayên Amerîkayê liser Îranê, herweha daxwaza alîkariyê bo dûbare avakirina navçeyên li Iraqê wêranbûyî.
C.B