Gelên Siryan,Aşûrî û Kildanî di 1 meha nîsanê de hersal cejna Ekîto pîroz dikin
Li gorî dîroknasan ev cejin nîşana nûkirin û zayîna buharê ye û di vê rojê de şev û roj weke hev dibin ,loma tevaya pêkhateyên Siryan,Aşûrî û Kildanî vê rojê weke cejneke netewî pîroz dikin, û ji ber rewşa keş û hewaya ne alîkar,ev cejin li bajarê Qamişlo di saloneke girtî de hate pêroz kirin.
K24- Qamishlo-Rojava

Cejna Ekîto ango cejna serê sala Aşûrî,Babilî ,gelên siryanî hersal di 1 meha nîsanê de vê rojê pîroz dikin.
Cejna Ekîto giringtirîn cejne li devera Bêth Nehrên,di vê rojê de şev û roj weke hev di bin,û li ser dirêjahiya 12 rojan ev cejin tê pîroz kirin.
Di herçar rojên pêşî de,merasîmên olî têne bikar anîn,û di rojên mayî de jî hin dabûnerîtên taybet têne kirin û di nava xuristê de dîlan û aheng têne li dar xistin.
Berî cejna Ekîto bi demekê,amadekarî têne kirin.
komên folklorî , şanoger û stranbêj xwe amade dikin ku dîroka gelê Bêth Nehrîn ya ku ji 6769 salan ve despêkiriye û ta roja îro berdewame,di riya ahengên Cejna Ekîto de pêkêşî xelkê di kin.
Li gorî merasîmên cejna Ekîto aheng û şahî di nava xuristê de têne li dar xistin,lê ji ber rewşa keş û hewaya ne alîkar di salonên girtî de cejin hate pîroz kirin.
Li gorî mîtholociya gelên Siryanî,Aşûrî û Kildanî,bingeha çîroka cejna Ekîto ji guhdana kevnarên wan bi hin zanistên xwezayî û asîmanî wek çavdêriya stêran hebû, û ew zaniest ji bav û kalan hate veguhestin û jiber wilo jî 1 meha nîsanê ku mîna simbola nûkirin û zayîna buhareke herdeme tê naskirin hate destnîşan kirin.