Ehmed Kanî: Heke hikûmet neyê avakirin, hilbijartina pêşwext yek ji bijardeyan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Ehmed Kanî rexneyên tund li siyaseta Bexdayê ya li hember Herêma Kurdistanê girtin û ragihand, di dema negihîştina rêkeftinekê de, dibe ku hilbijartinên pêşwext bibin çareserî.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ehmed Kanî, îro 23ê Nîsanê di daxuyaniyekê rojnamevanî de, behsa peywendiyên bi Bexdayê re û qeyrana avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê kir.

Ehmed Kanî rexne li helwesta Hikûmeta Federal a Îraqê ya li hember Herêma Kurdistanê girtin û got: "Ew tiştê ku niha li Bexdayê diqewime, nedestûrî ye û ne li gorî pîvanên saziyên fermî ye."

Derbarê paşketina avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Kanî destnîşan kir, sedemên vê neavakirina hikûmetê diyar in. Herwiha hişyarî da û got: "Heke aliyên siyasî negihîjin encamekê, dibe ku vegera bo hilbijartinên pêşwext, bibe yek ji bijardeyên çareseriyê."

Tevî ku çendîn meh di ser hilbijartinên Parlamena Kurdistanê re derbas bûne, hîn jî kabîneya nû nehatiye avakirin. Ev rewş di asta siyasî û gel de bûye sedema nîgeraniyekê.

Li gorî şirovekarên siyasî, sedema sereke ya vê xitimbûnê vedigere ser nakokiyên kûr ên di navbera PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, bi taybetî li ser dabeşkirina postên serwerî û wezaretan.