Zêdetirî %85ê niştecîhên Herêma Kurdistanê bûn xwedî kehreba 24 saetî
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Kehrebayê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di çarçoveya "Projeya Rûnakî" de, heta niha nêzîkî 5.5 mîlyon welatî li seranserî Herêmê bûne xwedî kehreba 24 saetî.
Wezareta Kehrebayê, îro Pênşemê (23.04.2026) amarên herî nû yên serkeftina Projeya Rûnakî belav kirin. Li gorî daxuyaniyê, niha zêdetirî %85ê niştecîhên Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam û 24 saetan kehrebayê distînin.
Wezaretê destnîşan kir, di çarçoveya vê pêngavê de, hemû navend û taxên bajarên Zaxo, Soran, Raperîn, Pîrmam, Akrê, Sêmêl û Koye bi temamî ketine bin sîstema Projeya Rûnakî û pirsgirêka kehrebayê li van deveran bi dawî bûye.
Ji bo hêsankirina barkêşiya li ser milê welatiyan, wezaretê ragihand ku hemû malên ku nû tevlî projeyê dibin, dê ji daxistineke taybet li ser faturayên xwe sûdmend bibin. Ev daxistin ji bo sê mehên pêşîn bi rêjeya %50, %25 û %15 wekî qonaxa derbasbûnê bo nirxên nû yên kehrebayê tê sepandin.
Yek ji serkeftinên herî mezin ên projeyê girtina molîdeyên taybet e ku dibûn sedema qirêjiya jîngehê û lêçûneke zêde bo welatiyan. Heta niha zêdetirî 5 hezar û 900 molîde hatine rawestandin, ku ev dike %85ê hemû molîdeyên li Kurdistanê. Hikûmet di planê de ye ku heta dawiya îsal vê hejmarê bigihîne zêdetirî 7,000 molîdeyan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Mijdara sala 2024an de Projeya Rûnakî ragihandibû. Armanca sereke ya projeyê ew e ku heta dawiya sala 2026an, hemû mal û navendên bazirganî yên li Herêma Kurdistanê bi awayekî wekhev û 24 saetî bibin xwedî elektrîk.