Herêma Kurdistanê: Zêdetirî 500 kîlometre çargoşe ax ji mînan hatiye paqijkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mînan a Herêma Kurdistanê amarên herî nû yên qurbaniyên mînan û rûberê axa ku hîn nehatiye paqijkirin aşkere kirin. Li gorî amaran, heta niha zêdetirî 13 hezar welatî bûne qurbaniyê mîn û teqemeniyan.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Teknîkî li Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mînan Elî Mîran îro Pênşemê (23.04.2026) di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê ragihand, metirsiya mînan li ser jiyana welatiyan hîn jî berdewam e.

Elî Mîran aşkere kir, ji destpêkê ve heta niha hejmara qurbaniyên mînan li seranserî Herêma Kurdistanê gihîştiye 13 hezar û 610 welatiyan. Derbarê sala 2025an de jî got ku heta niha 4 welatî bûne qurbaniyê teqînên cuda.

Herwiha Mîran bal kişand ser qurbaniyên di nav karmendên dezgeha wan de û wiha got: "Heta niha 49 karmendên me canê xwe ji dest dane; ji wan 35 karmend di dema bicîhanîna erkê xwe de ji ber teqîna mînan şehîd bûne, 14 karmend jî di dema dewamê de di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest dane."

Rûberê Paqijkirî û Axa bi Mîn

Derbarê xebatên paqijkirina axa Kurdistanê de, Rêveberê Teknîkî ev agahî parve kirin:

- Rûberê giştî yê pîsbûyî: 776 kîlometre çargoşe (km²).

- Rûberê hatiye paqijkirin: 563 kîlometre çargoşe (km²).

- Rûberê mayî: Zêdetirî 213 kîlometre çargoşe (km²) hîn di bin metirsiya mînan de ye.

Navçeyên Herî Metirsîdar

Li gorî daxuyaniya Elî Mîran, ev navçe di serê lîsteya rûberên bi mîn de ne:

1.    Pêncwên: Zêdetirî 40 km².

2.    Şarbajêr: Zêdetirî 30 km².

3.    Soran: Zêdetirî 22 km².

4.    Çoman: Zêdetirî 21 km².

5.    Xaneqîn: Zêdetirî 18 km².

6.    Helebce: Zêdetirî 14 km².

7.    Amêdî: Zêdetirî 9 km².

Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mînan tekez dike, ji ber paşmayên şer, bi taybetî li navçeyên sînorî, metirsî li ser jiyana welatiyan zêde ye û tîmên wan ji bo paqijkirina temamiya axa Kurdistanê xebatên xwe berdewam dikin.