Mesrûr Barzan: Rewşenbîrê Ereb bi derbirîn û pênûsên xwe dikarin rola erênî bo pêkvejiyanê bigirin

Şêwimendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li şandeke akademî, rewşenbîrî û nivîskarên Ereb ên beşdarî 14emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê bûne bi serokatiya Serokê Dezgeha Meda a Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwimendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li şandeke akademî, rewşenbîrî û nivîskarên Ereb ên beşdarî 14emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê bûne bi serokatiya Serokê Dezgeha Meda a Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerê Fexrî Kerîm kir.

Di hevdîtinê de pêwendiyên hevbeş û rola dîrokî ya di navbera gelê Kurd û Ereb de ji aliyekî ve û rewşa rewşenbîr û nivîskaran di kûrkirin û bihêzkirina lêborîn û hevqebûlkirinê  de hatin guftûgokirin.

Di destpêkê de, Mesrûr Barzanî ji bilî xêrhatina germ li şanda mêvan bo Herêma Kurdistanê kir, amaje bi wê kir ku gelê Kurdistanê bi nav û pêgehên wan aşne ye û got: Hûn di riya derbirîn û pênûsên xwe re dikarin rola çalak û erênî ji bo kûrkirina pêkvejiyana aştiyane û hevqebûlkirinê di navbera gelê Kurd û Ereb de bigirin û alîkar bin ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Di beşeke din de, Mesrûr Barzanî derbarê xebata hevbeş a di navbera her du gelên resen ên navçê de, rasperdeyeke Barzaniyê Nemir ê Bapîr anî, ku berdewam bêdagîr bû ku nabe rê bê dayîn xebat û şerê Şoreşa Îlonê li hember hikûmetan ê ji bo bidestxistina madan, bibe şer û nakokî di navbera her du gelan de.  

Herwiha daxwaz ji madebûyên hevdîtinê kir, ku bibin balyozên peyama aştî, pêkvejiyana birayane û ragihand, dikarin bi hev re bihêztir û dewlementir bin ji bo welatê me bê avakirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de Mesrûr Barzanî amaje bi pêşveçûna erênî ya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand, em bi Kurd û Ereb bûne qurbaniyên sîstema dîktoran û got: “Gelek caran xelk bûne qurbaniyên ecindeyên siyasî.”

Piştre amadebûyan têbînî û nerînên xwe vegotin û sersamiya xwe ji pêkvejiyana birayane ya di navbera pêkhateyên netewî û olî li Herêma Kurdistanê de û pêşketinên di hemû waran de û bi taybet di warê rewşenbîrî de derbirîn û hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re di erkê nû de xwastin ji bo di hemû waran de Herêma Kurdistanê bike nimûneyeke pêşkeftî ya navçê.

Herwiha bi armanca bihêzkirina pêwendiyan û tevlîbûna rewşenbîr û nivîskarên her du aliyan, pêşniyaza encamdana festival û çalakiyên din yên wek Pêşangeha Pirtûkan kirin.

 

 

S. B

Fly Erbil Advertisment