Temamkirin a pêkhate ya hikumet a Îraqê hêj dê gîro be

Civat a Nwêner ên Îraqê, pirogram a karê kombûn a xwe ya sûbehî belavkir û dengdan li ser temamkirin a pêkahete ya hikumetê têde nîne.

K24- Hewlêr

Civat a Nwêner ên Îraqê,  pirogram  a karê kombûn a xwe ya sûbehî belavkir û dengdan li ser temamkirin a pêkahete ya hikumetê têde nîne.

Li gor pirogram a kar ê kombûn a Civat a Nwêner ên Îraqê, di kombûn a subehî de gotûbêj li ser çend piroje yasayekê dê bihê kirin. Ji wan jî hevwarkirin a yasa ya çavdêrî ya civakî û yasa ya berhemhînan a sivîlî û çend piroje yasa yên dî, lê dengdan li ser temamkirin a pêkhate ya hikumetê têde nîne.

Biryare bû evro, 9/4/2019 kombûn bihê encamdan lê bi eger a ku evro salveger a rizgarkirin a Îraqêye û valene ya fermîye, subehî hatîye daîyarkirin bo encamdan a kombûnê.