Îran: Bila keştiyên Amerika nêzîkî keştiyên me nebin!

Emîndarê Civata Bilind a diyarîkirina berjewendiyên Îranê, gefê li keştiyên firokehilgirên Amerîka dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Civata Bilind a diyarîkirina berjewendiyên Îranê gefê li keştiyên firokehilgirên Amerîka dike.

Li karvedanên hember nasandina Sûpaya Pasdaran wek grûbek terorî ji aliyê Amerîka ve, Emîndarê Civata Diyarîkirina berjewendiyên Îranê û Fermandeyê berê yê Sûpaya Pasdaran Muhsin Rezayî, di twittekê de nivîsandiye, birêz Trump bila ji  keştiyên firokehilgirên xwe re bêje, nêzîkî keştiyên Sûpaya Pasdaran re derbas nebin.

Berpirsên leşkerî yên Îranê ragihandin e, li hember biryarên Amerîka, Hêzên Amerîka li navçeyê bi terorîst dizanin.

 

 

 C.B