Îran: Amerika dixwaze şerê me bike

Wezîrê derve yê Iranê dibêje , Amerîka dixwaze raya giştî a welatê xwe bo rûbirûbûn a çekdarî ligel Iranê amade bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Iranê dibêje , Amerîka dixwaze raya giştî a welatê xwe bo rûbirûbûn a çekdarî ligel Iranê amade bike.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di nameyekê de ji bo Wezîrên Derve yên welatê Cîhanê   ragehand, bi terorist nasandina Supaya Pasdarên Îranê û tohmetbarkirina hebûna peywendiyan di navbera Îran û El-Qaîde de beşek ji plana Hikûmeta Amerîka ye, ji bo ku raya giştî ya welatê xwe ji bo şerê digel Îranê amade bike.

Zerîf di nameya xwe de amaje bi wê yekê jî kiriye, Îran biryara Amerîka bi tundî şermezar dike û daxwaz ji welatên Cîhanê dike, li himber pilanên Amerîka helwestên dirust û yasayî bigrin ber.

 

 

C.B