Çaremîn konfiransa Lalişê behsa qurbanîyên destdirîjîya sêksî û aştîya civakî dike
Evro Çarşembîyê, 24/Nîsan/2019, bi siponserîya Kurdistan24, li hola Seed Ebdûllah, li Hewlêrê û çaremîn konfiransa Lalişê birêve diçe bo dem a dû rojan jî dê vekêşe.
K24- Hewlêr
Evro Çarşembîyê, 24/Nîsan/2019, bi siponserîya Kurdistan24, li hola Seed Ebdûllah, li Hewlêrê û çaremîn konfiransa Lalişê birêve diçe bo dem a dû rojan jî dê vekêşe.
Dr. Monîka Hawser, damezrêner a rêkxistîya Monîka Mondîyal bo mafên mirovan, di destpêka konfiransê de ragehand: Min divêt destxweşîyê li çalakvanên Kurd û Îraqî bikim ku kar bo mafên mirov dikin û di dema Cînosyîdê û ew rewşa bi ser êzdîyan re hatî, karvedanên bilez hebûn.
Ragehand jî: pêzanînêm min hene bo ew karên hewe li beramber penaber û koçebran kirîye, divê Almanya li hewe fêr bibe û dûv re jî welatên Ewrûpa.
Di panêla yekem a çaremîn konfirans a Lalişê, rewşa yasayî û civakîya daykan û zaroyên wan dê bihê behiskirin, ewên ji encama destdirêjîya sêksî ji dayîkbûne.
Di panêla dûyem de, egerên koçkirinê dê bihê pêşkeşkirin, nemaze di nav pêkhateyên neteweyî û olan ji bo dabînkirin a jîyaneka aram û tenah.
Di panêla sêyem de, behsa rîform a aştîyê, bidawîanîna şerr û milmilanêyan dê bihê kirin.
Panêla çarem û dawîyê bo roja yekema konfirasê, taybet dibe bo nerîn a xortan li ser bi hev re jîçyan dê bihê gêngeşekirin.