Siûdiyê li dijî Hûsiyan operasyoneke berfireh da destpêkirin: 136 pêgeh hatin rûxandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdiyê ragihand, wan li Yemenê operasyoneke berfireh li dijî koma Hûsiyan daye destpêkirin. Herrwiha diyar kir jî, armanca sereke ya vê gavê lawazkirin û jinavbirina hêz û şiyanên leşkerî yên Hûsiyan e.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê Turkî Malîkî da zanîn, hêzên wan di çarçoveya vê operasyonê de, 136 pêgehên leşkerî li wan herêmên ku di bin kontrola Hûsiyan de bûn, bi temamî wêran kirine.
Turkî Malîkî herwiha destnîşan kir, hêzên Siûdiyê kar dikin daku tora mûşekên balîstîk ên Hûsiyan têk bibin.
Li gorî berdevkê wezaretê, hêzên hevpeymaniyê bi şev û roj piştevaniya asmanî ji bo yekîneyên artêşa Yemenê dabîn dikin.
Ji aliyê din ve, Hevpeymaniya Piştgiriya Rewatiya li Yemenê hin dîmen weşandin û da xuyakirin ku piştî paqijkirina Tengava Bab Elmendebê ji aliyê hêzên Yemenê ve, çekdarên Hûsî bi rêya deryayê ji pêgehên xwe reviyane. Di dîmenan de tê dîtin ku di bin sîwana êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê de, hêzên bejayî bi pêş ve diçin û hêlên parastinê yên Hûsiyan têne rûxandin.
Balyozê Siûdiyê li Yemenê Mihemed Cabir duh Înê 9ê Cotmeha 2026an, li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) peyamek belav kir û nivîsand: "Înîyeke pîroz e, ev serkeftineke mezin e bo tevahiya Ereb û Yemeniyan."
Balyozê Siûdiyê tekez kir ku tengava stratejîk a Bab Elmendebê ji hemû bermahî û metirsiyên leşkerî yên Hûsiyan hatiye paqijkirin.
Herwiha jêderên leşkerî û herêmî yên Yemenê ji televîzyona Sky News Arabia re ragihandin, li derdora Tengava Bab Elmendebê, di navbera Hêzên Emalîqe yên Başûr û çekdarên Hûsiyan de pevçûnên pir dijwar rû dane.
Li gorî heman jêderan, Hêzên Emalîqe di çarçoveya operasyona kontrolkirina herêmê de pêşveçûnên girîng li ser erdê bidest xistine, lê heta niha amarên fermî yên derbarê zirarên canî û madî de nehatine aşkerekirin.