Trump ji Kurdistan24ê re: Ji êrîşa Hûsiyan a li ser Siûdiyê nîgeran im

Navenda Nûçeyan (K24) –  Serokê Amerîkayê rêkeftina welatê xwe ya li gel Moskowayê di warê sotemeniyê de wek "gelekî mezin" bi nav kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku Rûsya dê dest bi hinardekirina petrol û mazotê bo bazarên Amerîkayê bike.

Serokê Amerîkayê di bersiva pirsa berpirsê nivîsgeha Kurdistan24ê ya li Washingtonê de, derbarê êrîşa Hûsiyan bo ser Firokexaneya Navdewletî ya Şah Xalid a li Riyada paytexta Siûdiyê de nerazîbûna xwe nîşan da û got: "Ez bi ti awayî ji êrîşkirina li ser firokexaneya Şah Xalid a li Riyadê ne dilxweş im. Ev tevgereke gelekî xirab e û ez jê nîgeran im."

Herwiha Trump di bersiva pirsa rojnamevanekî din de derbarê sektora enerjiyê de bal kişand ser hevkariyên nû yên navbera Washington û Moskoyê û got:
"Rêkeftina di navbera Rûsya û Amerîkayê de ya li ser sotemeniyê, rêkeftineke gelekî mezin e û ez li ser vê yekê spasiya Serok Vladîmîr Pûtîn dikim; ji ber ku bi rêya vê rêkeftinê dê bireke mezin a petrol û mazotê ji Rûsyayê bo Amerîkayê bê hinardekirin."

Derbarê rewşa giştî ya Rojhilata Navîn û Komara Îslamî ya Îranê de jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump bal kişand ser pêşveçûnên dawî û tekez kir ku Tehran niha di rewşeke gelekî giran, dijwar û xirab re derbas dibe.