Li gundewarê Kobaniyê di encama teqîna du mînan de du kes birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Qizlî yê ser bi Kobaniyê ve, teqîna du mînan bû sedema birîndarbûna du welatiyan ku birîna yekî ji wan giran e.
Li gorî zanyariyan, welatiyê bi navê Reşad Mistefa Hacî Muslim dema ku vedigeriya mala xwe, mînek pê ve teqiya û di encamê de bi giranî birîndar bû. Piştî bûyerê, dema ku yek ji xizmên wî hewl da wî rizgar bike, mîneke din bi wî ve jî teqiya û ew jî birîndar bû.
Hat ragihandin ku her du birîndar ji bo wergirtina dermankirinê bo nexweşxaneyeke bajarê Kobaniyê hatine rakirin.
Teqîna mînan û bermahîyên şer li seranserî Sûriyê berdewam metirsiyeke mezin li ser jiyana sivîlan çêdike.
Li gorî raporteke vê dawiyê ya Rewangeha Sûriyeyê bo Mafên Mirovan (SOHR), tenê di meha borî de li seranserî Sûriyeyê ji ber teqîna mîn û paşmayên neteqiyayî yên şer, 13 kesan canê xwe ji dest daye ku 5 ji wan zarok û 3 jî jin bûn. Herwiha di van teqînan de 17 kesên din jî birîndar