PDK û YNK li heftî ya dahatî, rêkkevtinê dê ragehînin
Mehmûd Mehemed, gotebêjê, Partî ya Demukratî ya Kurdistanê (PDK) bi mêdya yên fermî yên partî ya xwe ragehandîye, biryare di heftî ya dahatî de, Partî ya Demukratî ya Kurdistanê (PDK) û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bicivin û rêkkevtin a dawîyê dê ragehînin. Gotebêjê PDKyê dibêje: berê me rêkkevtin a sîyasî li YNKyê kirîye û ew rêkkevtin a niha jî dihê kirin, rêkkevtine li ser postan.
K24- Hewlêr

Mehmûd Mehemed ronahî xiste ser rêkkevtin a wan li gel Bozav a Gorran ku rêkkevtibû post a cêgirê serok ê Herêm a Kurdistanê bo wan be, lê dûv re YNKyê jî daxwaz a ewê postê kir daku bibe dû cêgir, lê Bizav a Gorranê ew daxwaz a YNKyê qibûl nekirin û daxwaz dikirin serok ê Herêmê tenê yek cêgir hebe.
Mehmûd Mehemd xuya kir, ku ew asteng kevte pêş civînan û me vîya bi qibûlkirin û bi hev re kar bikin ne bigiaş. Bo evê armancê jî me demek zêdetir ji pêdivî da danûstandinan daku ji hev têgihêjin di navber a alîyan de durist bibe. Ew li hev têgehêjtin jî di hafetî ya dahatî bi dumahî dê bihê bi awayek her sê alî dê rêkbikevîn.