Rohanî : Çend mehên din Emerîka dê bibîne ka çawa Em petrola xwe dê froşîn
Hesen Rohanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê ragehand: Îran dê berdewam be li firotin a petrola xwe û Emerîka bi çav ên xwe nabîne ku Em petrola xwe nefiroşîn.
K24- Hewlêr
Hesen Rohanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê ragehand: Îran dê berdewam be li firotin a petrola xwe û Emerîka bi çav ên xwe nabîne ku Em petrola xwe nefiroşîn.
Evro Sêşembîyê, 30/4/2019 Hesen Rohanî, serokê Komara îslamîya Îranê bi rêya televizyona fermîya welatê xwe gotarek pêşkeş kir û ragehand: Biryara Emerîkayê bo sifirkirin a şandina petrol a Îranê xelete (çewte) û Em nahêlîn ew biryar bihê bicihkirin.
Ragehand jî: di çend mehên dahatî jî de, Emerîka dê bibîne ka çawa Em petrol a xwe dê bişînîn.
Serokê Îranê amaje bi wê yekê jî kir, Eger Emerîka rêyekê ji Îranê daxe, Tehran rêyek din bikar dihîne.
Emerîkayê biryar daye, şandin a petrola Îranê kêm bike û bigehêne sifir bermîl û gefan jî li wan welatan dike ku bazirganîya petrolê li gel Tehranê dikin.Îran jî rijte li ser helwêstên xwe.