Zêdebûna Çapkirina Kitêbên Kurdî
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê amarên 2018an ên li ser weşangeriyê yên vî welatî eşkere kirin. Hat ragihandin par firotina kitêban û hejmara kitêbên nû hatine çapkirin li gor pêrar zêde bûye.
K24-Istanbul
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê amarên 2018an ên li ser weşangeriyê yên vî welatî eşkere kirin. Hat ragihandin par firotina kitêban û hejmara kitêbên nû hatine çapkirin li gor pêrar zêde bûye.
Li gor amarên saziyê, hejmara kitêbên Kurdî yên nû ji%47,8 zêde bûye. Lê belê firotina kitêbên Kurdî kêm bûye.
Silêman Çevîkê ku ev 27 sal in karê weşangeriyê dike, sedemên kêmbûna firotina kitêbên Kurdî, bi polîtîkayên tund ên ewlekariyê, tirs û xof, xemsariya civatê û firotinên li ser înternetê ve girê dide. Li gor Çevîk dema proseya aştiyê yanê salên navbera 2012 û 2015an kitêbên Kurdî zêdetir hatine firotin.
Silêman Çevîk-weşanger-xwediyê weşanxaneya Nûbihar, got: Dema rewş xweş dibe, aştî çêdibe, meriv dikarin xwe bi dilrehetî bi serbestî xwe îfade bikin, fîkrê xwe bêjin, kitêbên xwe bi xwe re bigerînin bikirin û bifiroşin kitêb zêdetir tên firotin lê di salên dawîn de ev tişt ji holê rabû. Loma gelek kes xwe ji kitêbên Kurdî dûrxistin û firotin jî kêm bû.
Xwendin û belavkirina berhemên Kurdî bi giştî di nav nivîskar û berpisên weşanxaneyan de wek mijareke sereke tê dîtin. Li gor Dawut Ozalpê weşanger divê aliyên siyasî di rojeva xwe de zêdetir cîh bidin zimanê Kurdî û heta zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî xebatên berçav bên kirin.
Dawut Ozalp-weşanger-xwediyê weşanxaneya Peywend, got: Divê zimanê Kurdî xwediyê statuyek anku bibe zimanê Kurdî. Weke din lazim e rewşenbîr, siyasetmedar yanê di rojeva hemû kesan de zimanê Kurdî bêhtir cîh bigire û xebatên başi prestîj bên kirin.
Li gor nêrîna hin weşangeran piştî ragihandina rewşa awarte û bi destpêkirina pevçûnan li bajarên Kurdan hin weşanxaneyên Kurdî hatin girtin. Ev jî bû sedem ku li ser înternetê berhemên edebî û kultirî bêhtir hatin firotin.