Di 82emîn salvegera komkujiya Dêrsîmê de şanoyek bi navê 'Dêrsîm' hat lidarxistin

Ev dîmen ji zindîkirina 4ê Gulana 1937an, ji serhildana Seyid Riza û Dêrsîmê, ji komkujiya ku li Dêrsîmê hate kirin e. Di 82emîn salvegera komkujiya Dêrsîmê de li Enqereya paytexta Tirkiyeyê ji aliyê lîstîkvanên Şanoya Sîmûrgê ve şanoyek hate lidarxistin. Di şanoya ku li gor raportên fermî hatiye nivîsandin û amadekirin de ji destpêka serhildana Dêrsîmê heta proseya darvekirina Seyid Riza û bûyerên ku pêk hatine tên ravekirin.

K24-Ankara

Serdar Dogan - Nivîskarê Lîstikê, got: " Hema hema me hemû berhem, vegotinên şahidên buyerê, raportên fermî yên derbarê Dêrsîmê de û zabitnameyên parlamentoyê komkirin û me ev lîstik nivîsand. Ji ber ku ev lîstik dîrokiye, me xwest tu kêmasî nebin û ne dûrî rastiyê be"

Atilim Temûr – Lîstîkvan, got:"Ez agahiyên ku di raportên fermî de derbas bûne dibêjim û piştre jî hevalên me vê yekê dileyizin. Ez ne bi vê şanoyê ji komkujiyê haydar im, ji berê vê pê dizanim lê belê dîsa jî dema em li ser dike dileyizin pir zehmet e"

Di şanoya ku binavê 'Dêrsîm'ê hate lidarxistin de, behsa jiyan û serhildana Seyid Riza, behsa dost û neyarên wî û nakokiyên di navbera eşîran tê kirin.

Mustafa Çelîk – Lîstikvan, got: "Rola min Seyid Riza ye. Di lîstikê de du serhildanên Seyid Riza hene. Yek jê serhildana Dêrsîmê ye ya din jî têkoşîna li hember eşîrana ye. Ger rola hûn dileyizin rolekî dîrokî be vê gavê karê zehmettir e hem di warê derûnniyê de hem jî di warê kelacanê de"

Halîl E- Lîstikvan, got: "Di lîstikê de ez kesê herî nêzîk û dostê baş yê Seyid Riza me. Ez di rola Balo Hiseyn de me. Ev lîstikekî belgefîlm e û carînan di nava lîstikê de çavê me jî tijî dibe"

Di şanoyê de behsa rola berpirs û rayêdarên hikûmeta Tirkiyeyê ya dema komkujiya Dêrsîmê de jî tê kirin.

Melîh Yetkî- Lîstikvan, got: "Ez rola General Abdullah Alpdogan dileyizim. Alpdogan ew kesê ku di dema serhildanê de gazên kimyewî avêt şikeftan û berpirsê şewtandina gundan e. Rola min ne hêsan e ji ber ku dema amadehiyan de ez hemû tiştî bi çavê xwe dibinim"

Herwiha di 15ê Mijdara sala 1937 an de rêberê berxwedana Dêrsîmê Seyid Riza li Meydana Genimê ya Xarpûtê têvî kurê xwe û 7 hevalên xwe hatin darvekirin.