Çapkirina pirtûkên Kurdî zêde dibe lê firotan kêm e
Weşanger xemsariya civatê û têkçûna proseya aştiyê, wek sedemên kêmbûna firotina pirtûkên Kurdî destnîşan dikin.
K24 – Stenbol
Li gor amarên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyê li vî welatî û li Bakurê Kurdistanê sala borî çapkirina pirtûkên nû yên Kurdî li gor pêrar ji %47,8 zêde bûye, lê firotin kêm bûye. Weşanger xemsariya civatê û têkçûna proseya aştiyê, wek sedemên kêmbûna firotina pirtûkên Kurdî destnîşan dikin û bang li aliyên siyasî dikin da ku zimanê Kurdî di rojevê de zêdetir bigirin.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê amarên 2018an ên li ser weşangeriyê yên vî welatî eşkere kirin. Hat ragihandin par firotina kitêban û hejmara pirtûkên nû hatine çapkirin li gor pêrar zêde bûye.
Li gor amarên saziyê, hejmara pirtûkên Kurdî yên nû ji%47,8 zêde bûye. Lê belê firotina kitêbên Kurdî kêm bûye. Silêman Çevîkê ku ev 27 sal in karê weşangeriyê dike, sedemên kêmbûna firotina kitêbên Kurdî, bi polîtîkayên tund ên ewlekariyê, tirs û xof, xemsariya civatê û firotinên li ser înternetê ve girê dide. Li gor Çevîk dema proseya aştiyê yanê salên navbera 2012 û 2015an pirtûkên Kurdî zêdetir hatine firotin.
Silêman Çevîk ji K24 re got: "Dema rewş xweş dibe, aştî çê dibe, meriv dikarin xwe bi dilrehetî bi serbestî xwe îfade bikin, fîkrê xwe bêjin, kitêbên xwe bi xwe re bigerînin bikirin û bifiroşin pirtûk zêdetir tên firotin lê di salên dawîn de ev tişt ji holê rabû. Loma gelek kes xwe ji pirtûkên Kurdî dûrxistin û firotin jî kêm bû.
Xwendin û belavkirina berhemên Kurdî bi giştî di nav nivîskar û berpisên weşanxaneyan de wek mijareke sereke tê dîtin. Li gor Dawut Ozalpê weşanger divê aliyên siyasî di rojeva xwe de zêdetir cîh bidin zimanê Kurdî û heta zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî xebatên berçav bên kirin.
Dawut Ozalp dibêje"Divê zimanê Kurdî bibe xwediyê statuyek anku bibe zimanê Kurdî. Weke din lazim e rewşenbîr, siyasetmedar yanê di rojeva hemû kesan de zimanê Kurdî bêhtir cîh bigire û xebatên başi prestîj bên kirin."
Li gor nêrîna hin weşangeran piştî ragihandina rewşa awarte û bi destpêkirina pevçûnan li bajarên Kurdan hin weşanxaneyên Kurdî hatin girtin. Ev jî bû sedem ku li ser înternetê berhemên edebî û kultirî bêhtir hatin firotin.