Projeya "Sînema û Cemawer" li Hewlêrê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Sînemayê ya Hewlêrê, dest bi projeya "Sînema û Cemawer" li Empire Cinema ya Hewlêrê dike.

Rêveberê Sînemayê ya Hewlêrê Şaxewan Mistefa îro 14ê Nîsanê ji Kurdistan24ê re ragihand, piştî navbereke kurt, ew vê hefteyê çalakiyên projeya "Sînema û Cemawer" nû dikin. Mistefa diyar kir, ji ber meha Remezanê û paşê jî ji ber rewşa aloz û şerê li navçeyê, wan nekarîbû çalakiyên xwe bidomînin, lê niha bi werzê biharê re dîsa vedigerin.

Şaxewan Mistefa aşkere kir, di çalakiya yekem a vê hefteyê de, fîlma sînemayî ya bi navê "Sîmayê Xolamêş" tê nîşandan. Derhênerê fîlmê Şaxewan Îdrîs e û hejmarek hunermendên navdar ên Kurdistanê tê de lîstine. Fîlm behsa salên 80yî dike; dema ku rejîma Beisê zilm, koçberî, anfal û jenosîd li ser miletê Kurd dimeşand.

Rêveberê Sînemayê ya Hewlêrê destnîşan kir, deriyên wan ji bo hemû çîn û pêkhateyan vekirî ne û got: "Peyama Kurdistanê, peyameke pêkvejiyanê ye. Çi Kurd bin çi ji neteweyên din bin, her hunermendekî ku projeyeke wî ya hunerî yan fîlmeke wî hebe, em amade ne xizmeta wan bikin û deriyên xwe ji wan re vekin."

Projeya "Sînema û Cemawer" roja çarşemê 15ê Nîsana 2026an dest bi nîşandana fîlman dike. Li gorî bernameyê, her hefte fîlmeke sînemayî li Empire Cinema ya Hewlêrê bêberamber ji bo gel tê nîşandan.