Tirkiye bersîva Amerika dide

Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiva Wezareta Derve ya Emrika da û got: Girava Qibrisê Xaka Tirkane jî û mafê wan e, karê derxistina petrole bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiva Wezareta Derve ya Emrika da û got: Girava Qibrisê Xaka Tirkane jî û mafê wan e, karê derxistina petrole bikin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje, daxûyaniya Wezareta Derve ya Emrika ya 5 Gûlanê di derbarê Qibrisê de ji rastiyan dûr e.

 Di daxûyaniyê de helwesta Emrika rexne dike û dibêje: Çawe mafê Rêveberîya Rum ya Qibrisê heye petrolê derbixe, mafê Tirkên Giravê ye jî, nav xaka xwe de, kar bike.

Wezareta Tirkiyê dibêje: Desthilatdarîya Komara Tirkên Qibrisê hatiye ragihandin, UN jî agahdar e û xebata derxistina Hidrokarbonê, mafek rewa  û yasayi ye.

Wezareta Tirkiyê di dawiyê de dibêje: Ew dê mafê Tirkên Girava Qibrisê di nav her şert û mercan de, biparêzin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment