Îran ji beşek ji rêkeftina etomî vekişiya
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand, ew ji beşek ji rêkeftina etomî ya bi welatên rojava re vedikişin û heger daxwazên wan neyin bicihkirin, dê ji tevahiya rêkeftinê vekişin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand, ew ji beşek ji rêkeftina etomî ya bi welatên rojava re vedikişin û heger daxwazên wan neyin bicihkirin, dê ji tevahiya rêkeftinê vekişin.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî îro gotarek bi riya telefizyonê pêşkêş kir û ragihand, “Me demeke dirêj dane welatên Ewropa, ta ku nehêlin rêkeftina atomî hilbiweşe, lê mixabin kar û gotin ne li cem hev bûn. Ew Amerîka ji xwe mezintir dizanin.”
Ragihand jî, ew bi temamî ji rêkeftina atomî venakişin, tenê ew ê ji hin xalên wê rêkeftinê vekişin.
Rûhanî 60 roj mohlet da welatên Ewropayê ji bo ku pabendî tevahiya bendên rêkeftinê bibin.
Ev di demekê de ye, hejmarek berpirsên Fransî ji ajansa “Reuters” re ragihandibûn, “Em naxwazin Îran îro biryara xwe ya vekişandina ji rêkeftina atomî rabigihîne, ji ber ku wê demê em û welatên Ewropî jî neçar dibin li gor mercên di nava rêkeftinê de sizayan bi ser Îranê de bisepînin.”
Herwiha Rûhanî got, salek e Amerîka ji rêkeftinê derketiye ji ber wê jî em êdî nikarin ji vê zêdetir sebir bikin. Me ji berpirsên wan 5 welatan re got ku emê ji du bendên rêkeftinê vekişin. Eger di nav 60 rojan de vegeriyan ser maseya diyalogê û şert û mercên me di warên petrol û karûbarên bankan de qebûl kirin, wê çaxê emê dîsa pêbendiya xwe bi wan bendan nîşan bidin.
Îranê di rêkeftina etomî ya ku payîza 2015 de bi welatên rojava re îmze kiribû, soz dabû ku êdî ûraniyomê nemeyîne.Lê li gorî gotinên Rûhanî, Îran êdî wê sozê binpê dike û dîsa dest bi meyandina ûraniyomê dike.
S. B