Hollanda dixwaze hejmara geştyaran kêm bike
Gava li cîhanê welat daxwazyar in hejmara geştyaran bo welatê xwe zêde bikin, Hollanda rêyek din hildibijêre û dixwaze hejmara geştyaran bo welatê xwe kêm bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Gava li cîhanê welat daxwazyar in hejmara geştyaran bo welatê xwe zêde bikin, Hollanda rêyek din hildibijêre û dixwaze hejmara geştyaran bo welatê xwe kêm bike.
Bi vê egerê jî, Wezareta Geştyarî ya Hollanda reklamên nasandina geştyarî ya welatê xwe radiwestîne.
Ligor berpirsên Hollandî, di nav 10 salan de hejmara geştyaran bo Hollanda dikare bigihije 29 milyon geştyaran salan e û ev yek bandorek xerab li jêrxanê, jîngeh, deverên çandî û cihên navdar ên Hollanda dike. Bi taybetî jî li paytext Amsterdamê.
C.B