Kurtefîlmeke Kurdî li Festîvaleke navdewletî ya Tûnisê xelata baştirîn aktor wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurtefîlma Kurdî "Hestên Mirovî", ku ji nivîsîn û derhênana Mehdî Munîr e, di gera heftê ya Festîvala Navdewletî ya Sînemayê li welatê Tûnisê de xelata baştirîn aktor bi dest xist.

Derhênerê fîlma "Hestên Mirovî" Mehdî Munîr îro Çarşem, 18ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev Festîval li bajarê Qabisê bi rê ve çû û berhemên sînemayî yên 14 welatên Erebî û Ewropayî tê de pişkdar bûn. Di vê gerê de 47 kurtefîlm di pişka pêşbirkê de hebûn û fîlma 'Hestên Mirovî' karî di nav wan berheman de xelata baştirîn aktor bi dest bixe û ew xelat wekî aktor û derhênerê fîlmê ji min re hat pêşkêşkirin."

Mehdî Munîr di derheqa girîngiya wê festîvalê de got: "Festîvalên navdewletî yên sînemayî, ji bilî ku derfetê ji bo nîşandana berhemên nû û nasandina şiyanên fîlmçêkeran peyda dikin, roleke girîng jî di guhertina ezmûnên sînemayî û girêdana fîlmçêkerên welatên cuda cuda bi hev re dilîzin.”

Navbirî herwisa ragihand: “Di vê çarçoveyê de, bidestxistina xelata baştirîn aktor di festîvalekê de, ku berhemên gelek welatan tê de pêşbirkê dikin, ji bo fîlmçêkerên Kurd û sînemaya Kurdî destkeftiyeke girîng e."

Wî derhênerî amaje jî kir: "Fîlma 'Hestên Mirovî' çîrokeke mirovî û felsefî vedibêje û bi rêya peywendiya mirovî bi xwezayî û candaran re, pirsa jiyan û mirinê, azadî û tundûtûjiyê berçav dike."

Di derheqa fikra vê kurtefîlmê de jî, Mehdî Munîr dibêje: "Fikra sereke ya vê fîlmê di navbera du wêneyên telih û hêlînê de dizîvire; telihek ku di bingeh de ji bo nêçîrkirin û jinavbirinê amûrek e, lê ji nêrîna zarokekî ve dikare wateyeke cuda û jiyanbexş werbigire. Herwisa qefesa balindeyekî zîndanîkirî jî di navbera wateya zîndan û hêlînê de dibe mijara hizirkirinê."

Wî derhênerî zêdetir behsa çîroka fîlma xwe kir û got: "Di pareka din a vê fîlmê de, zilamekî serxweş dema bilbilekî di nava qefesekê de dibîne, bêyî hizirkirin deriyê qefesê vedike û wî azad dike. Ev dîmen jî bi rêya karekî sade pirsa xwedîtiyê, azadiyê û hestê mirovî dixe ber destê bîneran."

Mehdî Munîr amaje jî da: "Ji aliyê fikra fîlmê ve, 'Hestên Mirovî' ne tenê çîrokek e di derheqa balinde û nêçîrkirinê de, belkî bizavek e ji bo gihandina wê peyamê ku mirov çawa dikare wateya tiştan biguhere û di navbera jiyan û mirinê, azadî û zîndanê de, helwesta xwe hilbijêre."

Bidestxistina xelata baştirîn aktor di vê festîvalê de, ji bilî xelateke kesane ji bo derhênerê fîlmê, derfetek e jî ji bo zêdetir nasandina sînemaya Kurdî û berhemên hunerî yên Zaxo û Kurdistanê li ser asta navdewletî, herwisa nîşandana şiyanên fîlmçêkerên Kurd di pişkdarî û bidestxistina xelatan de di pêşbirkên sînemayî de.