Ji bo 30 milyon Kurd, 3 mamosteyên Kurdî hatin peywirdarkirin

Sendîkayên perwerdekaran û saziyên zimanê Kurdî nerazî ne û dibêjin, li Tirkiyeyê mafên zarokên Kurdan tên binpêkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di werzê nû yê perwerdehiya 2021-2022 de li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê MEBê ve; 2 mamoste ji bo zaravayê Kurmancî, mamosteyek jî ji bo zavayê zazakî-dimilkî tevahî 3 mamoste hatine peywirdar kirin. Sendîkayên perwerdekaran û saziyên zimanê Kurdî jî nerazîbûna xwe nîşandan û bal kişandin ku li Tirkiyeyê dubendî tê kirin û mafên zarokên Kurdan tên binpêkirin.

Wezareta Perwerdehî ya Tirkiyeyê, hejmara mamosteyên ku îsal hatine peywirdarkirin ragihand û piştî ku diyar bû ji 15 hezar mamosteyên nû hatine peywirdarkirin, tenê 3 ji wan bo Kurdî ne, li ser medyayê, medya civakî û ji aliyê sendîka û saziyên zimanê Kurdî ve nerazîbûn hatin nîşandan.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, da zanîn ku ji bo pêwistiya perwerdehiya ji 25 milyonî zêdetir welatiyan, peywirdarkirina 3 mamosteyan, wek pêkenok e. Şerefxan Cizîrî balê kişand ku hikumeta niha bi helwestên xwe yên li hember Kurdî, nîşan dide ku li çaksaziyên xwe jî xwedî dernekeve.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Yanî mirov ji kîjan alî ve li binihêre, wek şêwazeke henek pê kirinê ye. Yanî bi rengî hikumet henekên xwe bixwe jî dike. Ma ev çaksazî, ne yên vê hikumetê bixwe ne?. Heger ku tu li çaksaziyên xwe xwedî denekevî, mamosteyan peywirdar nekî û şagirtên Kurd bi zimanên xwe nexwînin, tu ji bo çi vê çaksaziyê dikî? Gelo dê neyê pirsêin ev çend sal in, bo çi tenê mamosteyek û 2 mamosteyan peywirdar dikî? Yanî hikumet û Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê ketine nav qeyraneke ruhî ku nema dizanin çi bikin.”

Îsal ji bo zimanê erebî 314, ji bo Îngilizî 857, ji bo Almanî 171, ji bo Tirkî 698, ji bo Fransî 3, ji bo îspanyolî 2 û ji bo Kurdî jî 3 mamoste hatine peywridar kirin. Parlamenterên Partiya Demmokratîk a Gelan HDPê jî, mijarê li Parlamentoya Tirkiyeyê anîn rojevê û pirsên li ser zimanê Kurdî ji rayedaran kirin.

Hevserokê Duyemîn Şaxa Sendîkaya Kedkarên Pewerdehiyê Egîtîm-Sen a Diyarbekirê Fesîh Zîrek jî da zanîn ku ew wek sendîqa daxwaz dikin ku di her zimanî de, bi zimanê zikmakî perwerdehî bê kirin û li gor pêwistiya wê perwerdehiyê jî binesazî û amadekarî jî bên kirin. Zîrek ragihand ku li welatekî 30 milyon welatiyên wê Kurd bin, tayin kirin 3 mamosteyan jî ciyê şermezariyê ye.

Fesîh Zîrek dibêje: “Em wek dersên bijarde dayîna perwerdehîyê bifikirin jî, tenê ji bo bajarê Amedê bi hezaran mamosteyên Kurdî têr nakin, ez bajarên din yên  wek Colemêrg, Mêrdîn û Rihayê û hwd jî nabêjim. Loma jî hem ji bo Kurdî, hem Jî ji bo zimanên din yên ku li Tirkiyeyê hene, em ne tenê dibêjin ji bo Kurmancî, em tenê nabêjin ku bila bes bi Kurd zimanê zikmakî perwrdehî bê dayîn, Em dibêjin hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, divê bi perwerdehiya zimanê zikmakî perwerdehiya xwe bibînin.”

Perwerdekar û rêvebirên saziyên zimên ragihandin ku ew ji bo pêwistiya perwerdehiya bi milyonan welatiyên Kurd, peywirdar kirina tenê 3 mamosteyan bi nerazîbûn pêşwazî dikin û divê dewlet li gor wekheviya civakî amadekariya perwerdehiya zimanê Kurdî jî bike. Dîsa bal hat kişandin ku divê partiyên siyasî û malbatên Kurd jî, di daxwaz kirina perwerdehiya bi Kurdî de, daxwazkar bin.