Îran navbeynkariya hin welatan bo danûstandinan digel Amerîkayê red dike

Nivîsîngeha Serokomarê Îranê navbeynkariya hin welatan bo danûstandinan digel Amerîkayê red dike, û radighîne, heta ku givaş berdewam bin Tehran ne amadeyî danûstandinan e.

K24- Hewlêr

Nivîsîngeha Serokomarê Îranê navbeynkariya hin welatan bo danûstandinan digel Amerîkayê red dike, û radighîne, heta ku givaş berdewam bin Tehran ne amadeyî danûstandinan e.

Berpirsê nivîsîngeha Serokomarê Îranê Mehmûd Wa'zî ragihand, navbeynkariya hin welatan di navbeyna Îran û Amerîkayê de nayê wateya danûstandinan di navbeyna wan û Amerîkayê de heye.

Herweha eşkere kir, çend welatan bi armanca rû nedan a şer, û man a Îranê di Rêkeftina Atomî de, hewlên navbeynkariyê dan e.

Tekez jî kir, heta ku Amerîka liser givaşên xwe berdewam be, Tehran amadeyî danûstandinan nabe.