Îran: Rewşa aboriya me ji dema şerê Iraq-Îranê xerabtir e

Wezîrê Petrolê yê Komara Islamî ya Iranê Namdar Zengene, diyarkir ku: “Dorpêçên niha liser Îranê hatine sepandin, girantirîn dorpêçên dîrokê ne û rewş ji dema şerê Iraq-Îranê girantir e”

K24 Navenda Nûçeyan

Wezîrê Petrolê yê Komara Islamî ya Iranê Namdar Zengene, diyarkir ku: “Dorpêçên niha liser Îranê hatine sepandin, girantirîn dorpêçên dîrokê ne û rewş ji dema şerê Iraq-Îranê girantir e”.

Zengene ji Ajansa Nûçeyî ya Meclisa Îranê ICANA re axifî û liser dorpêçên Amerika beramberî Îranê nirxandinên xwe ragihandin.

Ligor Zengene: “Rewşa îroyîn ji ya dema şerê bi Iraqê re di navbeyna salên 1980-1988an de girantir e. Wê demê Îranê dikarîbû petrol xwe bifroşe, keştiyên patrolê peyda bike û bibawer be ku dê pereyên petrol firotin e, bidest bixin. Lê îro di firotina petrolê, wergirtina pereyên wê, peydakirina keştiyên petrolê û kirîna keresteyan re bi aloziyên mezin re berbiçav in. Ev dorpêç ji yen berê hemûyan dijwartir e. Ev yek nîşana wê ye, ku Îran bi şerek giran re berbiçav e. Lê gelek alî giraniya vê rewşê tênegihiştin e”.

 

 

 

C.B