PAK: Rêbaza me, navê me û daxwazên me rewa ne

Ji ber navê Kurdistanê, doza girtinê li Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hatiye vekirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Dadgeha Makezagonê derbarê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) de da zanîn ku pişkinîna partiyê hatiye kirin û ji aliyê yasaya partiyên siyasî ve kêmasiyek partiye nîne, lê derbarê PAKê de doza girtinê heye û didome. Hiqûqnas û rayedarên PAKê dibêjin PAK partiyek rewa ye û doza girtinê jî ji ber dijberiya navê Kurdistanê ye.

Derket holê ku Dadgeha Makezagonê ya Tirkiyeyê derbarê Partiya Azadiya Kurdistan PAKê de di 25ê Îlonê de biryarek daye. Di vê biryarê de hatiye gotin ku pişkinîn derbarê PAKê de hatiye kirin û hatiye dîtin ku ji aliyê yasaya partiyên siyasî  ve kêmasiyek partiye nîne lê derbarê PAKê de doza girtinê heye û didome. Ev mijar piştî pirsa Cîgirê Serokê Koma Îyî Partî Lutfu Turkkan ku ji Suleyman Soylu pirsî bû Kurdistan kuderê ye hatibû rojevê. Lutfu Turkkan ji Soylu re dibêje di navê vê partiyê de Kurdistan heye û di lîsteya Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind de wek partiyek çalak cih digire. 

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistan Hanîfî Turan banga xwedîlêderketina navê Kurdistanê dike û dibêje bila aliyên tirk jî êdî mafê rewa yê kurdan binasin û balê dikêşe ku helwesta ÎYÎ Partî konjunkturel e.

Hanîfî Turan ji K24ê re diyar kir: “Tirkiye ber bi hilbijartinan ve diçe, rexê tifaqa millet ê nijadperestan temsil dike, yên wek ÎYÎ Partiyê, ji bo ku AKP û MHPê li gor xwe têxin tengasiyê vê êrîşê li navê Kurdistanê dikin.”

Di Sibata sala 2019an de serdozgeriya komarî bo Partiya Azadiya Kurdistanê doza girtinê vekiribû û doz hîn jî didome. Hiquqnas dibêjin diviyabû heta niha encamek ji dozê derbiketa lê bi zanebûn tê dirêjkirin.

Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Hiquqnas Vahap Coşkun balê dikêşe ku peymanên navneteweyî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve jî hatine îmzekirin rê nadin ku bi vî awayî partî werin girtin.

Vahap Coşkun ji K24ê re eşkere kir: “Hem li gorî qanûnên Tirkiyeyê, hem li gorî peymanên Ewropayê partiyên siyasî dikarin hember sîstema heyî daxwaza sîstemek din bikin, wek federasyon û serxwebûnê, bes divê têklî tundiyê nebin. Di xala 90î ya Makezagona Tirkiyeyê de dibêje dema qanûnên Tirkiye û peymanên navneteweyî de nakokî çêbe divê peymana navneteweyî were cîbicîkirin.”

Ji ber ku navê Kurdistanê tê de derbas dibe li gel Partiya Azadiya Kurdistan, ji bo Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê, Partiya Sosyalîst a Kurdistan û Partiya Komunîst a Kurdistan jî dozên girtinê hatine vekirin û doz hîn jî didomin û şîrovekar di wê baweriyê de ne ku dê li gorî konjonkturê çarenivîsa dozan eşkere bibe.