Îran: Me firokeyek bêfirokevan a Amerika xist

Pasdarên Îranê ragihand, bi egera ku ketiye saheya esmanî ya Îranê wan firokeyek bêfirokevan a Amerika xistiye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Pasdarên Îranê ragihand, bi egera ku ketiye saheya esmanî ya Îranê wan firokeyek bêfirokevan a Amerika xistiye. Herweha diyarkir, ku firoke di devera Kuhmubarek a parêzgaha Hurmuzgan hatiye xistin.

Di malpera  internetî ya Pasdaran de hatiye diyarkirin, ku ew firoke bi mebesta sixûriyê ketiye saheya esmanî ya Îranê û bi vê egerê jî hatiye xistin.

Berpirsek Îranî bêyî nave xwe eşkere bike, ji Ajansa Tasnim re aniye ziman, ku saheya esmanî ya Îranê xeta sor e. Her welatek vê xetê derbas bike, dê bersîva xwe werbigire.

Ji aliyê xwe ve berpirsek Amerikî ji reuters re diyar kiriye, êrîşa dijî firokeya Amerîkî di saheya esmanî ya navneteweyî de pêkhatiye û firokeyek MQ-4C Triton a bêfirokevan bû ye.

 

 

 

C.B