Îranê bala Îmarat kişand
Desthilata Îranê bi egera, ku firokeya bêfirokevan a Amerîkî ya ji aliyê Îranê ve hatiye xistin, ku ji binkeyek ji Îmaratên Yekgirtî yên Erebî ve hatiye, bala Îmarat kişand
K24 – Navenda Nûçeyan
Desthilata Îranê bi egera, ku firokeya bêfirokevan a Amerîkî ya ji aliyê Îranê ve hatiye xistin, ku ji binkeyek ji Îmaratên Yekgirtî yên Erebî ve hatiye, bala Îmarat kişand.
Komara Islamî Nûnerê hikumeta Îmarat ê li Tehranê bangî Wezareta derve ya Îranê kir û balkişandina xwe bi Îmarat ragihand.
Di daxûyaniyek nivîskî de Wezareta derve ya Îranê diyarkir: “Firokeya bêfirokevan a Amerikî, ku ket saheya esmanî ya Îranê û hate xistin, ji binkeyek Îmarat ve hat, liser vê yekê Nûnerê Îmarat li Îranê ji vê destwerdanê hate agahdar kirin û bala wan hate kişandin”.
C.B