Amerîka sizayan li ser berpirsên Îranê tundtir dike
Wezareta Gencîneya Amerîka sizayan li ser 8 serkirdeyên bilind ên Îranê disepîne, sedem jî xistina firokeya bê firokvan a Amerîka li esmanê tengeava Hurmizê ji aliyê Îranê ve ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Gencîneya Amerîka sizayan li ser 8 serkirdeyên bilind ên Îranê disepîne, sedem jî xistina firokeya bê firokvan a Amerîka li esmanê tengeava Hurmizê ji aliyê Îranê ve ye.
Yek ji Serkirdeyên Îranî yên siza li ser hatine spandin, Fermandarê Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran Elî Riza Tegnesîrî ye, ku li gor zanyariyên Wezareta Gencîneya Amerîka, wî gefa daxistina tengeava Hurmizê daye.
Rear Admiral Alireza Tangsiri, in a speech on the advent of the 39th anniversary of the liberation of Southwestern city of Khorramshahr from the military of former Iraqi dictator Saddam Hussain, reassured that Tehran is not after war but is fully prepared to defeat any aggression pic.twitter.com/q9RWQo4cjx
— Iran Embassy Dhaka, Bangaldesh (@IraninDhaka) May 25, 2019
Yek jî, Fermandarê Hêzên Esmanî yên Supaya Pasdaran Emîr Elî Hacîzade ye, Amerîka wî di ber xistina firokeya bêgirokvan de berpirs dibîne.
Brigadier General Amir Ali Hajizadeh, the commander of the #IRGC’s Aerospace Force, says that #Iran has gained the capability to export arms. pic.twitter.com/QMe9lt2uXv
— Press TV (@PressTV) November 29, 2018
Yekî din jî, Fermandarê Hêzên Bijayî yên Supaya Pasdaran Mihemed Pakpor e, Amerîka ji ber rola wî li Sûriyê ve xistiye lîsteya sizayan.
The suicide bomber and two members of the terrorist group who killed 27 #IRGC personnel in SE #Iran had #Pakistani nationality: Brigadier General Mohammad Pakpour pic.twitter.com/PzSCFcZc5I
— Tasnim News Agency (@Tasnimnews_EN) February 19, 2019
Herwiha 5 fermandarên din ji Yekîneyên Deryayî yên Supaya Pasdaran jî ketina lîsteya sizayan a Amerîka.
Roja Duşemê 24ê Hezîranê, Serokê Amerîka Donald Trump fermana sizadana hejmarek berpirs û serkirdeyên Îranê îmze kir, ev sizayên nû jî, bi sedema xistina firokeya bêfirokvan a Amerîka ye, ku roja 20 Hezîranê ji aliyê Îranê ve hatibû xistin.
Sizayên nû, ji bilî wan 8 fermandarên Supaya Pasdaram, Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Xaminî jî lixwe digire. Washingtonê soza dabû, di vê hefteyê de Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî bixe lîsteya sizayan.
S. B