Li Mala Dengbêjan a Diyarbekirê eleqeya klam û stranan kêm nabe

Li Mala Dengbêjan a Diyarbekirê, eleqeya ji bo kilam û stran û dengbêjiyê kêm nabe. Bi taybetî kesên ku ji bo geştê tên Diyarbekirê, di serî de serdana Mala Dengbêjan dikin.

K24- Amed

Li Mala Dengbêjan a Diyarbekirê, eleqeya ji bo kilam û stran û dengbêjiyê kêm nabe. Bi taybetî kesên ku ji bo geştê tên Diyarbekirê, di serî de serdana Mala Dengbêjan dikin. Kesên ku ji bo civata dengbêjan li hev dicivin, hem guhdariya çîrokan, hem guhdariya kilam û stranan hem jî guhdariya serpêhatiyên Kurdan dikin. Dengbêj dibêjin; dengbêjî hîmê parastina Zimanê Kurdî ye û ji bo ku nifşê nû jî berê xwe bide dengbêjiyê; divê hin xebatên nû jî werin kirin.

Di avahiyeke 200 salî de serpêhatiyên bi sedan sal berê ku bi serê Kurdan de hatine; bi navbeynkariya civata dengbêjan; derbasî nifşê nû dibe. Mala Dengbêjan ku bûye mala parastina çanda dengbêjiyê; ji roja hatiye vekirin û heta niha ango 12 sal in eleqeya xelkê ji bo civata xwe qet kêm nake. Dengbêj Hecî Şerîfê Farqînî yek ji dengbêjên Mala Dengbêjan e û dibêje; ez famberî xwe bûme nebûme, dengbêjî ji jiyana min kêm nebû û kêm nabe.

Hecî Şerîfê Farqînî-Dengbêj, got:"Ji berê ber de heta niha çiqas axa, beg û mîr hebûne; li her cihekî axayek, mîrek begek hebûye, her yek jî dengbêjekî wî hebûye. Dema ku dîwan temam bûye, wan bi 666 zimanan, bi zimanê dayîka xwe gotine û hanîne rojevê. Dema ku hanîne rojevê, ew ziman wenda nebûye û hatiye heta roja îroyîn."

Di destpêkê de li Mala Dengbêjan 28 dengbêj hebûne lê bi demê re ji ber yên ku koç kirine û yên ku emrê Xwedê kirine; hejmar daketiya 20 dengbêjan. Dema di Mijdara sala 2016'an de ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê qeyûm hatibû tayînkirin; çend dengbêjan navber dabû çûyîna Mala Dengbêjan lê piştî ku şaredarî derbasî rêveberiya HDP'ê bû; yên ku navberê dabûn jî car din vegeriyan û niha civata Mala Dengbêjan hîn zêdetir şên û bi qelebalix derbas dibe. Dengbêj Emerê Entaxî

dibêje; Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e û dengbêj jî ji parêzvanên vê dewlemendiyê ne.

Emerê Entaxî-Dengbêj, dibêje:"Dengbêjî wêjeya me ye. Em her daîm dibêjin; ger dengbêjî nebûya, çi hatibû serê vî gelî dê tu kes pê nehesiya. Bi saya Xwedê û bi saya dengbêj û çîrokbêjan; tiştên ku hatine serê gelê me, nehiştine wenda bibe û bi mêjiyê xwe parastine."

Li gorî rayedarên Mala Dengbêjan radigihînin; rojane nêzîkî 200 serdêr serdana Mala Dengbêjan dikin. Ji bo kesên ku bixwazin serdana Mala Dengbêjan bikin; ji bilî rojên duşemê; 6 rojên hefteyê civat kemilandî ye. Li tebeqeya bin erdê civatek, li tebeqeya jor civatek û li şaneşîn û hewşê jî civatek; ango rojê 4 dengbêj; dîroka wêjeya devkî ya Kurdan derbasî nifşê nû dike û eleqeya xelkê tu car ji vê çandê kêm nabe.