Li Reqayê 2 gorên bikom hatin dîtin
Termê 16 kesan, di 2 gorên bikom de li Reqayê hatiye dîtin

K24 – Navenda Nûçeyan
Termên 16 kesan, di 2 gorên bikom de li Reqayê hatiye dîtin.
Ajansek nêzîkî Opozisyona Sûriyê belavkiriye, tîmên hewarçûnê, ser bi Encumena Reqa ya Sivîl, 2 gorên bikom li nêzîkî gundê Fxêxe û gundê Silhibye li rojavayê Reqayê dîtin e, ku termên 16 sivîlan li xwe digre. Jêderê eşkere kiriye, ku termê kesekî ji wan, radestî malbata wî kirin e, piştî ku hatiye naskirin, û kesên din jî, nasnameya wan nehatiye naskirin û li Goristana Til Bî'e ya rojhilatê bajêr, hatine veşartin..
Ji dema kontrolkirina bajarê Reqa ji aliyê HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ve, nêzîkî 10 gorên bikom, ku zêdetir ji 1000 terman li xwe digrin li Reqayê hatine dîtin, Termên jin û zarokan jî, dinav wan de hene..
C.B