Festîvala wesayîtên kevnar

Festîvala Wesayîtên Klasîk, ku cara dûyem e tê lidarxistin, deriye xwe ji wesayîthêzan re vekir. Li festîvala ku Navenda Fûarê ya TUYABê birêve çû de, zêdetirî 600 wesayîtên klasik, ên bazirganiyê û motorçerxe hatin pêşandan. Wesayîtên herî giranbiha, temen dirêj û kêm tên dîtin, bûn cihê meraqa beşdaran.

K24-Istanbul

Festîvala Wesayîtên Klasîk, ku cara dûyem e tê lidarxistin, deriye xwe ji wesayîthêzan re vekir. Li festîvala ku Navenda Fûarê ya TUYABê birêve çû de, zêdetirî 600 wesayîtên klasik, ên bazirganiyê û motorçerxe hatin pêşandan. Wesayîtên herî giranbiha, temen dirêj û kêm tên dîtin, bûn cihê meraqa beşdaran.

Ji aliyê federasyona Wesayîtên Kevnar ve li Navenda Fûara TUYABê " Festîvala Wesayîtên Kevnar ya 2." hate dirûstkirin. Di festîvalê de wesayîta Elwîs Presleyê ku navek ji wan navê efsaneya Rock û Rollê ye, ya bi markaya Cadillac ku modela wê jî 1954 e û digel wesayîta Marilyn Monroe ya sînemagera navdar ya cîhanê ku di heman demê de, bi şêweya cihê ya jiyana xwe, hê jî, her di rojevê de ye û dema li jiyanê bûye, ew wesayîta bikardianî Ford Thunderbird'a bi modela 1956an jî di nava wan parçeyên kevnar ên kêm têne dîtin de cih girt. Herwiha di festvalê de wesayîtên spor jî ji aliyê welatiyan ve bi baldarî hatin şopandin. Cem Koseyê ku bi 20 wesayîtên xwe yên spor beşarî di festîvalê de kiriye dide zanîn, wesayîtên klasik wek dildariyekê ye, di vê festîvalê de jî ji modela 1920an bigirin heta modelên 1998an gelek cûre wesayîtên klasik cih digirin.

Bi salan e ez bi baldarî wesayîtên klasîk dîşopînim. Me jî xwest îsal beşdarî vê festîvalê bibin ku cara dûyem e tê sazkirin. 20 wesayîtên me hene li vir. Herî zêde welatî bala xwe didin ser wesayîta me ya bi markaya Ferrariyê ku modela wê jî 1990 e. Ev wesayît hemû ên garajê ne, rojane nayêne bikaranîn. Ew kesên ku garajê wan nîn in, nikarin parastina wesayîtên klasik bikin."

Di festîvalê de wesayîtên navdarên Yeşîlçama Tirkiyê jî ku demekê wek bayê nostaljiyê di rojeva hemû ciwan û temen dirêjan de bûn jî, li cihekî taybet hatin pêşandan. Herwiha ambûlansa bi markaya Mercedes-Benz ku Serokkomarê 8emîn yê Tirkiyê Turgul Ozal di navê de canê xwe ji dest dabû jî bala welatiyan kişand ser xwe.

Welatîyekî got:"Sala par jî hatibûn û gelek wesayîtên baş hene li vê derê. Vê gavê jî ez bûm heyranê wesayîta Cadîllaka bi modela 1954an ya Elvîs Presleyê ku efsaneya Rock û Rollê ye. Dema em pê dizanin wî ev wesayît bikar aniye, em pê gelek dilhelûn dibin."

Welatîyekê got:"Gelek dilşadim ku li vê derê me. Ji modelên 1920an heta ên roja îro em her wesayîtên klasîk dibînin. Wek ku em di dîrokê de derketine geştekê. Dilê me pê gelekî diêşe, ew ambulansa ku Turgut Ozal tê de rehmet kiriye jî, li vê derê ye."

Di festîvala ku qemyon û otobozên kevnar jî cih digirtin, li ser wesayîtên klasik konferans jî hatin dirûstkirin. Li aliyê din di festîvalê de wê bi rêya mezadê 30 wesayîdên klasik jî bêne firotin.